Celal Cewher: Me dît ku pêwîst e em beşdarî referanduma serxwebûnê bibin

Celal Cewher ragihand: “Em vê qonaxê wek berpirsatiyeke netewî û niştimanî dibînin, tevî hebûna cudahiyan jî, me dît ku pêwîst e em beşdariyê di referanduma serxwebûna Kurdistanê de bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sikirtêrê karubarê firakisyonên Tevgera Goran Celal Cewher ragihand: “Em vê qonaxê wek berpirsatiyeke netewî û niştimanî dibînin, tevî hebûna cudahiyan jî, me dît ku pêwîst e em beşdariyê di referanduma serxwebûna Kurdistanê de bikin.

Celal Cewher ji Kurdistan24ê re got:"Cudahî û nakokiyên di navbera hêz û aliyên siyasî de, dema ku ew mesele dighêjin armancên hevbeş yên niştimanî, divê ew nakokî bên rawestandin, ev qonax berpirsatiyeke netewî û niştimanî ye, lewra me dît ku pêwîste em beşdariyê di referandumê de bikin, tevî hemû cudahiyan di navbera me de."