Rûsya: Berpirsên opozisyona Sûriyê yên dest jikar kişandine kesin tundrew in

Lavrov: Ew berpirsên opozisyonê kes in tundrew in, em bi hêvî ne ku çûna wan kesan bihêle ku yîkîtiyek di navbera opozisyona derve û ya hindir de çêbibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov di kongirekî rojnemevanî de ragihand, Mosko piştevaniya bizavên Siûdiyê dike di yekrêzkirina opozisyona Sûriyê de.

Derbarê serkirdeyên opozisyona Sûriyê yên ku duh dest jikar kişandin Lavrov got: "Ew berpirsên opozisyonê kes in tundrew in, em bi hêvî ne ku çûna wan kesan bihêle ku yîkîtiyek di navbera opozisyona derve û ya hindir de çêbibe."

Duh her yek ji Dr. Riyad Hicab, Dr. Riyad Nehsan Axa, Dr. Ebdilhekîm Beşar, Lîwa Ebdilezîz Şelal, Muqedem Ebû Bekir, Raid Ebû Usama El-Colanî û Samir Hebûş dest ji karê xwe di nav opozisyona Sûriyê de kişandin.