Iraq arşîva televizyona Kiwêtê radest dike

Li gorî biryara 2107an a sala 2013an a Encûmena Asayişa Navdewletî, divê Iraq tevahiya destnivîs û arşîv a radyo û televizyona Kiwêtê, radestî wî welatî bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, ku hefteya dahatî, ewê arşîva radyo û televizyona Kiwêtê radestî wî welatî bikin, ku di dema êrîşa Iraqê de li ser Kiwêtê, di sala 1990 de, ew arşîv hatibû talankirin.

Di daxuyaniyekê de, Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, ku Hazim Yûsifî birîkarê wezaretê, Balyozê Kiwêtê li Bexdayê li ser wê biryarê haydar kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye, ku Iraq dixwaze astê pêwendiyên xwe li gel Kiwêtê pêş bixe û pêbendî tevahiya wan biryaran be, ku Encûmena Asayişa Navdewletî, derbarê Iraqê derxistiye.

Li gorî biryara 2107an a sala 2013an a Encûmena Asayişa Navdewletî, divê Iraq tevahiya destnivîs û arşîv a radyo û televizyona Kiwêtê, radestî wî welatî bike.

N.O