Hikûmeta Iraq: Emê di çarçoveya destûrê de diyalogê li gel Herêma Kurdistanê bikin

Casim Beyatî: Hefteya dahatî wê şanda Herêma Kurdistanê ji bo danûstandinên çareseriya kêşeyan, serdana Bexdayê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê hikûmeta Iraq Seed Hedîsî ragihand, ku ew li hêviya Herêma Kurdistanê ne ji bo gotûbêjan destpê bikin.

Hedîsî zelal kir, ku piştî biryara dadgeha federalî derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê, niha em li hêviya hikûmeta Herêma Kurdistanê ne daku em gotûbêjan di çarçoveya destûra Iraqê de destpê bikin.

Got jî: "Divê gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, di çarçoveya rêzgirtinê li destûr û yekîtiya axa Iraqê de bin."

Berî niha serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihandibû, ew amade ne ji bo çarekirina kêşeyan, li gel hikûmeta Iraqê dest bi gotûbêjan bikin.