Ebadî bi Kurdî spasiya Pêşmerge dike

Piştî ku ji berî çend rojan Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di gotara serkeftina bi ser DAIŞê de amaje bi rola Pêşmergeyên Kurdistanê, nivîsgeha ragihandinê ya Ebadî gotara serkeftinê bi zimanê Kurdî belav kir û amaje bi rola Pêşmerge kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku ji berî çend rojan Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di gotara serkeftina bi ser DAIŞê de amaje bi rola Pêşmergeyên Kurdistanê, nivîsgeha ragihandinê ya Ebadî gotara serkeftinê bi zimanê Kurdî belav kir û amaje bi rola Pêşmerge kir.

Nivîsgeha ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê gotarek bi zimanê Kurdî li rûpela taybet ya tûra civakî “Facebook” belav kir û tê Ebadî dibêje: “Silavan arasteyî hemû hêzên serkeftî dikim, hêzên me yên qehreman ji artêş, polîs, dezgehên ewlehiyê, Heşda Şeibî, dezgeha dijeterorê, hêzên esmanî, Pêşmerge û hemû hêzên çekdar.”

Di destpêkê de Ebadî navê Pêşmerge û di gotara “Serkeftinê” de neanîbû, wê jî karvedaneke tund ji aliyê Wezareta Pêşmerge, Encûmena Wezîran, fraksiyonên Kurdistaî di palemantoya Iraqê de û xelkê Kurdistanê bi giştî li pişt xwe anî, ku Ebadî rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê piştguh kir, di demekê de ku hemû cîhanê şahidê rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de ye.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja 9ê vê mehê peyamek bi navê gotara serkeftinê belav kir û tê de navê hêza Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê neanî.

Di gotarê de, Ebadî pesnê helwesta yek ji lêvegerên mezin yê Şîe Elî Sîstanî da, ji bo derxistina fetweya cîhadê li dijî DAIŞê.

Hevdem, spasiya tevahiya grûp û çekdarên Heşda Şeibî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê kir. Herwiha spasiya Heşda hozên Suneyan jî kir.

Di peyamê de, Ebadî bi ti awayekî behsa Pêşmerge nekir û amaje bi wê da, serkeftina biser DAIŞê de hevdem bû ligel serkeftina li ser plana perçekirina Iraqê bû, ku mebest wî belavkirina artêş û Heşdê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê bû.

Ji aliyê xwe ve jî, Supasalarê Pêşmerge Ferîq Cemal Êmînkî ji K24ê re ragihand, hêza Pêşmerge gelekî ji wê mezintir e ku navê wê ji aliyê Ebadî biçûk bibe, ji ber ku cîhan şahidê rola Pêşmerge ye di şerê li dijî teroristên DAIŞê de.