Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm red dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm ji posta Parêzgarê Kerkûkê bi tundî red dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokatiya Herêma Kurdistanê biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm ji posta Parêzgarê Kerkûkê bi tundî red dike.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah di daxuyaniyekê de ragihand, bi vê gava parlemantoya Iraqê, careke din hevparî şikand, destûr binpê kir û binemaya tewafiqê nehêşt. Herwiha vegerî ji perensîpa piranî û kêmanî re.

Deqa Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye:

Serokatiya Herêma Kurdistanê biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm ji posta Parêzgarê Kerkûkê bi tundî red dike.

bi vê gava parlemantoya Iraqê, careke din hevparî şikand, destûr binpê kir û binemaya tewafiq nehêşt. Herwiha vegerî ji perensîpa piranî û kêmanî re.

Gelê Kurdistanê bi giştî û camewerê parêzgeha Kerkûkê bi ti awayî pabendî vê biryara parlemantoya Iraqê nabe. Birêz Necmedîn Kerîm ne ji parlemantoya Iraqê bawerî pê hatiye dayîn, ta jê werbigire. Parêzgarê Kerkûk bi hilbijartin û bawerî ji Encûmena Parêzgeha Kerkûkê wergirtiye û xelkê Kerkûkê xwedî vê biryarê ne, ne parlemantoya Iraqê.