Hesen Salih: Çavsoriya PKK û PYDê ji wan re namîne

Cîgirê Serokê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Hesen Salih derbarê binçavkirina serkirde û endamên ENKSê ji aliyê Asayişa Rojava ve ragihand, ENKS dê berdewam be bi vekirina nivîsgehên xwe.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Hesen Salih derbarê binçavkirina serkirde û endamên ENKSê ji aliyê Asayişa Rojava ve ragihand, ENKS dê berdewam be bi vekirina nivîsgehên xwe.

Cîgirê Serokê PYKSê Hesen Salih ji K24ê re ragihand, gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve dorpêçkirî ye, ev jî dibe sedema koçberkirina xelkê.

Hesen Salih amaje bi hatina Serokê Amerîkayê bo Siûdiya Erebistanê kir û got: “Hatina Turmp, dê guhertinên mezin encam bidin û di serî de şerê li dijî welatên ku piştgiriya terorê dikin, wek Îran û Sûriyê. Bila hevalbendên rêjîma Sûriyê û Îranê ku PKK û PYD jî di nav de ne baş bizanin, ev çavsorî ji wan re namîne.”

Hesen Salih tekezî li ser wê yekê kir, ENKSê bê berdewam be li ser kar û xebatên xwe derbarê vekirina nivîsgehên ENKSê. Hesen salih da zanîn jî, îro civîneke ENKSê lidar dike, dê tekezî li ser encamdana xwepêşandan û mangirtinan li dijî kiryarên PYDê bike.