Amerîka: Piştî DAIŞê em ti valahiyê li Sûryê nahêlin

"Em ti valahiyê li şûna xwe nahêlin ku Beşar Esed û piştevanên wî ji xwe re bikar bînin".

K24 - Navenda Nûçeyan

Birîkarê wezareta derve ya Amerîka John Sulivan ragihand, ku piştî jinavbirina çekdarên DAIŞê li Sûriyê, ew rê nadin ku valahiyek li wî welatî çêbibe.

Li gorî malpera RT ya Rûsî, Sulivan li welatê Keneda piştî civîna wî li gel berpirsên wezaretên derve yên 7 welatên zilhêz ên cîhanê got: "Heya niha em di şerê dijî DAIŞê de li nav axa Sûryê berdewam in heya ku em wê girûpê bi temamî jinav bibin".

Herwiha diyar kir, ku ewê li gel hevparên xwe ji hêzên xwecihî li nav Sûrya di hêvrêziyê de bin, ew jî ji bo parastina aramiyê li wan navçeyên, daku rê li ber vegera wê girûpê were girtin.

Got jî: "Em ti valahiyê li şûna xwe nahêlin ku Beşar Esed û piştevanên wî ji xwe re bikar bînin".

N.O