Baqirî: Ligel Tirkiye em yekdeng in ku, hebûna Amerika li bakurê Suriye nerewa ye!

Iran û Tirkiye lihev kirin e ku, hebûna Amerika li bakurê Suriye (rojavayê Kurdistanê) nerewa ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serfermandarê serbazî yê Komara Islamî Mihemed Baqirî diyarkir ku, ligel Tirkiye liser piştevaniya danûstandinên Astanayê li hevûdu kirin e.

Baqirî ji rojnamevanan re encamên seredana xwe ya Tirkiye nirxand.

Danûstandinên xwe ligel birêvebirên Tirkiyê bi serkeftî liqelem da, got ku Serfermandarê Tirkiye jî van nêzîkan dê seredana Tehranê bike û hevkariya her du welatan berferehtir bibe.

Baqirî diyarkir: “Liser herêma Idlibê û li hin deveran hebûna Amerikayê ya nerewa li bakurê Suriye jî me girte dest û lihevkir ku desthilata Suriye van deveran kontrolê bigre dest, inşeallah ev peymana me nêzîk dê pêk were”.