Dizeyî: Alozbûna rewşê di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne ji berjewendiya ti aliyekî ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistan Sefîn Dizeyî taybet ji Kurdistan24ê re ragihand: “Alozbûna rewşê di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne ji berjewendiya ti aliyekî ye.”

Îro Pêncşemê 12/10/2017 peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di dema serdana wî li gel hejmarek ji wezîrên Herêma Kurdistanê ji bo gora Mam Celal, li girê Debaşan yê ser bi bajarê Silêmaniyê ve, ji Kurdistan24ê re got: “Divê Hewlêr û Bexda dest bi dialogê bikin, ji ber ku li navçeyê cih ji aloziyan re nema ye.”