Welatên Ewropa pêwendiyên xwe bi îranê re nabirrin

Her yek ji welatên Almanya, Birîtanya û Firensa, dixwazin rê li ber berdewamkirina çalakiyên bazirganî di navbera wan û Îranê de xweş bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Welatên Ewropî dixwazin bi damezirandina navendeke abûrî taybet, pêwendiyên abûrî li gel Îranê berdewam bikin, bêyî ku sizayên wan asteng bikin.

Ajansa (France Presse) ragihand, ku her yek ji welatên Almanya, Birîtanya û Firensa, bi riya wê dezgeha abûrî, dixwazin rê li ber berdewamkirina çalakiyên bazirganî di navbera wan û Îranê de xweş bikin.

Li gorî wê pilanê, pereyên firotina petrola Îranê bêyî ku ji bo wî welatî were veguhestin, wê ji aliyê wê (Dezgeha Abûrî) ve bê ragirtin, di beramber de, wê bazirganên Îranî bi wan pereyên li cem (Dezegha Abûrî) hatine rawestandin, kelûpelên pêwîst ji bazara Îranî re bikirrin.

Berî niha jî, her yek ji Almanya, Birîtanya û Firensa ji Amerîka xwestibûn, ku sizayên li ser Îranê sivik bike, daku ew welatana bikaribin bazirganiya xwe ya di warên otombêl, enercî, kartên pizîşkî û diravî de berdewam bikin, lê Amerîka ew daxwaz red kir û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo tekez kir, ku welatê wî dixwaze sizayên tund li ser Îranê bisepîne û her welatek yan kompaniyek yan kesek wan sizayan binpê bike, wê rastî sizayên Amerîkî bên.

N.O