Tirkiye: Ji vekişîna YPGê ya ji Menbiçê bigûman in

Wezareta Derve ya Tirkiyê di derbarê nûçeyên dibêjin YPG ji Menbiçê vekişiyaye daxuyaniyek belav kir û da zanîn ew nûçe ji rastiyê dûr e û tê mezinkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê di derbarê nûçeyên dibêjin YPG ji Menbiçê vekişiyaye daxuyaniyek belav kir û da zanîn ew nûçe ji rastiyê dûr e û tê mezinkirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê got, pêvajoya rêkeftina Menbiçê berdewam dike. YPG ji cihên ku Tirkiye bi wesaîtên zirxpoş çavdêriya leşkerî dike vedikêşe. Lê nûçeyên dibêjin ku YPG bi temamî ji Menbiçê vekişiyaye ji rastiyê dûr in.

Rojnameya Hurriyet a Tirkî li ser zarê endamekî Ereb di Encûmena Serbazî ya Minbicê de belav kiribû, ku duh rawêjkarên serbazî yên YPGê ji Minbicê derketin, ew yek jî di bin siya rêkeftina li gel Hevpeymaniya Navdewletî de bûye.

Wê rojnameyê diyar kir jî, YPGê ji wî bajarî vakişiya ye, daku şer di navbera wê û Artêşa Tirkiyê de çênebe.

Di meha derbasbûyî de û piştî rêkeftina Tirkiyê û Amerîka li ser pêşeroja bajarê Minbicê, YPGê ragihand ku ewê rawêjkarên xwe yên serbazî ji wî bajarî bikişîne.

 

S. B