PYD: Rûsya em vexwendine civîna Sochiyê û emê beşdar bibin

Şahoz Hesen: Em dixwazin beşdarî civînên danûstendinên Cinêvê jî bibin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî civîna serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê li bajarê Sochi yê Rûsî, Hevserokê PYDê Şahoz Hesen ji malpera Dengê Amerîka re got: "Rûsya me ji bo civîna Gotûbêja Niştimanî ya Gelên Sûriyê li Sochi vexwendiye û emê wek rêveberiya xweser beşdar bibin."

Şahoz Hesen diyar kir ku ew dixwazin beşdarî civînên danûstendinên Cinêvê jî bibin.

Navhatî da zanîn ku Kurdan li hemberî DAIŞê serkeftinên mezin bidest xistine û heger ew beşdarî wan civînan nebin ku derbarê kirîza Sûriyê tên lidarxistin, wê ti encam ji wan civînan dernekevin.

Ji aliyê xwe ve serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, piştî civîna li gel Putin û Rûhanî gotibû: "Divê PYD ji pêvajoya çareseriya siyasî were dûrxistin."