HSD di dawî qonax de li rojhilatê Dêrazorê bipêş dikeve

Kampîna bi navê Cenga jinavbirina DAIŞê ku dawî ceng e ji aliyê hêzên HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li rojhilatî Dêrazorê niha birêve diçe. Şerekî tund tê kirin û DAIŞ jî sivîlan wekî mertalên mirovî bikar tîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Rojhilatê Dêrazorê

Kampîna bi navê Cenga jinavbirina DAIŞê ku dawî ceng e ji aliyê hêzên HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li rojhilatî Dêrazorê niha birêve diçe. Şerekî tund tê kirin û DAIŞ jî sivîlan wekî mertalên mirovî bikar tîne.

Hecîn keleha DAIŞê ya sereke û dawî ye, HSD ji çar aliyan ve proseya dorpêçê li ser disepîne. DAIŞ jî berevaniyeke tund li ber hebûna xwe dike, otombîlên teqîner û mayînan bi kar tîne, lê HSD li mihwerê Baxoz ku ta niha şervan bêtir ji 7 km an bipêş ketine û ber bi aliyê devera Sûsa pêş dikevin, ev yek jî hat piştî ku şervanên HSD xêzên berevaniyê yên pêş ji çekdarên DAIŞê re şikenandin.

Serkirde di HSDê de Fehed Xeşam ji K24ê re got: “Zêdetir ji 7 K.M bipêş ketine û me xaka di destê DAIŞê de rizgar kiriye. Xêza 1 û 2 û Baxiza Jor û Jêrîn jî standin. Me berê xwe daye Sûsa û niha. DAIŞ mayîn û sekvanan bikar tîne, lê DAIŞ li herêmê bi tevahî têk diçe.”

HSD kampekê ji sivîlên deverê re amade dike, da ku bên parastin û nebin qurbaniyên şer, lê DAIŞ ta niha nahêle kesek derkeve.

Ev operasiyon bi piştevaniyeke pir bihêz ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve birêve diçe, ew jî di rêya hevrêziyê di nav bera wan û HSD di destnîşankirina bargehên DAIŞê, ji alîkî din ve piştevaniyeke bejahî ji alî hêzên Amerîkî û Birîtanî û Ferensî jî heye, ku bi top û rokêtên Hawanan Sûsa û Hecîn topbaran dikin.

Şervanê HSDê Mehmûd el-Ebas dibêje: “Em niha li dawî xala bajarokê Baxoza Jêrîn in, şeva bûrî me ew bi tevahî rizgar kir. Ev malen li pêş me diyar dibin di destê DAIŞê de ne. Firokeyên hevpeymanan wan bi tundî bombebaran dikin, lê doze li wan dikin ku bombebaranê sivik bikin û sivîlan biparêzin. Bila em rûbirûyî wan bibin.”

Niha sînorê Iraqê bi tevahî ji çakdarên DAIŞê paqij bûye, bi parastinekê ji aliyê HSD û artêşa Iraqê ve, lê rûbereke berfireh û xêzek dirêj di navbera HSD û hêzên rêjîmê de heye û çemê Ferêt xêza cudabûnê di navbera herdu aliyan de ye û metirsiya êrîşên rêjîma Sûriyê jî heye, lê xala sereke wek ku HSD dibêje, ku niha operasiyon birêve biçe û DAIŞê bidawî bibe.