Wezîrê Derve yê Brîtanya li ser referandûma Herêma Kurdistanê peyamek belav kir

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson ji bo pêşeroja Iraqê, amadehiya xwe ji bo hevkariya derbarê encamdana guftûgoyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de derbirî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson ji bo pêşeroja Iraqê, amadehiya xwe ji bo hevkariya derbarê encamdana guftûgoyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de derbirî.

Boris Johnson li ser hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Twitter” nivîsî: “Ez ji hemû aliyan daxwaz dikim, hêmin bin û bi hev re kar ji bo jinavbirina DAIŞê bikin.”

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê tekezî li ser wê yekê jî kir, pêşeroja Iraqê bi diyalogê pêk tê û nivîsiye: “Pêşeroja Iraqê bi diyalogê pêk tê û Şaneşîna Yekgirtî jî amade ye hevkariyê bike.”

Boris Johnson, ku berê Şaredarê Londonê bû, serdana Hewlêra paytext kiriye û çûye serdana çeperên hêza Pêşmerge û rahênerên leşkerî yên Brîtanî kiriye, ku di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî de li Herêma Kurdistanê ne.

Referandûma serxwebûna Kurdistanê, îro li tevahiya bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê dest pê kir û zêdetirî 5 milyon kes mafên wan yên dengdanê hene.