Şervanên HSDê derbasî bajarokê Sûsê bûn

HSDê: Piştî şerekî dijwar li dijî çekdarên DAIŞê, li rojhilatê Çemê Firatê û li mîhwerên Bagoz û Hecîn, me karî 17 xalên çekdarên DAIŞê kontirol bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Navenda ragihandina Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand, ku hêzên wan bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, derbasî nav bajarokê Sûsê yê derdora Dêr Zorê bûne û şer û pevçûn di navbera wan û çekdarên DAIŞê de berdewam in.

Duh Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku hêzên HSDê piştî şerekî dijwar li dijî çekdarên DAIŞê, li rojhilatê Çemê Firatê û li mîhwerên Bagoz û Hecîn, karîn 17 xalên çekdarên DAIŞê kontirol bikin.

N.O