Kurê Qazî Mihemd dest ji kar kişand

Defterê Serokatiya Partiya Azadiya Kurdistanê daxuyaniyek derbarê dest ji karkişandina Elî Qazî Mihemd ji serokatiya partiyê belav kir û hokarên dest ji kişandinê aşkere dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Defterê Serokatiya Partiya Azadiya Kurdistanê daxuyaniyek derbarê dest ji karkişandina Elî Qazî Mihemd ji serokatiya partiyê belav kir û hokarên dest ji kişandinê aşkere dike.

Di daxuyaniyê de hatiye, “Ji raya giştî re radigihînin ku Serokî Partiya Azadî Elî Qazî Mihemd li ser biryara xwe, ji ber mezinbûna temen û nesaxiyê nikare erkê serokatiyê bi rê ve bibe û dest ji erkê serokatiya Partiya Azadiya Kurdistanê vedikişîne.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye, “Bo girtina cihê wî û birêvebirina erkên wî û li gor benda 7emîn a 15 ji peyrewa navxwe ya partiyê, Cîgirê Serok Hisên Yezdanpena cihê Serokê Partiyê digire.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye, “Şeva borî di rêwresmekê de li bereyên şer û di nava Pêşmergeyan de, Elî Qazî Mihemed gotarek pêşkêş kir û Ala Kurdistanê û ala partiyê radestî Hisên Yezanpena kir û xatir ji fermandarên Pêşmergeyên Partiya Azadaiya Kurdistanê xwast.”