Kuştina Zekî Şingalî hat piştrastkirin

Koordînasyona Civaka Êzidî bi daxuyaniyekê kuştina Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şingalî di bombebarana firokeyên Tirkiyê de piştrast kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Koordînasyona Civaka Êzidî bi daxuyaniyekê kuştina Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şingalî di bombebarana firokeyên Tirkiyê de piştrast kir.

Koordînasyona Civaka Êzidî li ser bombebarana duh êvarê ya li ser Şingalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî canê xwe jidest daye.

Daxuyaniyê diyar kir, duhî 15'ê Tebaxa 2018'an, Endamê Kordînasyona me ya Civaka Êzidî Îsmaîl Ozden ê bi navê Mam Zekî Şingalî dema ji salvegera bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço vedigeriya, demjimêr derdora 16'an bi êrîşek esmanî ya Tirkiyê de canê xwe jidest da.

Koordînasyona Civaka Êzidî amaje bi wê jî kir, li ser vê mijarê dê îro danê êvarê saet 18'an daxuyaniyeke berfireh were dayin.

Pêştir, Ajansa “AA” a Tirkî belav kir, di encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê li ser Şingalê de, berpirsê PKKê li Şingalê Îsmaîl Ozden yê bi navê (Mam Zekî Şingalî) hat bêbandorkirin.

Her li ser wê mijarê Rêvebirê Nahiya Sinûnê Xwedêda Cokî  ji K24ê re ragihand, firokeyên Tirkiyê sêkoşeya Şingal, Gundê Şilo û Um Zubyan bombebaran kirin.

Da zanîn jî, ew dever ji aliyê artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) tê birêvebirin. 

Li gor zanyariyên destpêkê, firokeyên Tirkiyê otombîla wî fermandarî li navçeya Şilo ya nahiya Sinûnê bombebaran kir, ku 4 çekdarên YBŞê jî ligel wî bûn.

Zekî Şingalî jidayikbûna sala 1952an li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdisanê ye û çendîn berpirsatî di nava rêzên PKKê de girtibû. Pêştir bo demekê jî Fermandarê YBŞê bû û berpirsê Ketîbeya Laleş ya ser bi Heşda Şeibî ve bû.

 

S. B