Aldar Xelîl: Amerîka ti gerentî nedane me

Berpirsê Desteya Pêwendiyên Derve ya TEV-DEMê Aldar Xelîl dide zanîn, Washingtonê ti gerentî derbarê gefên Tirkiyê de nedane wan û ti rêkeftin jî di navbera wan de nîn in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Desteya Pêwendiyên Derve ya TEV-DEMê Aldar Xelîl dide zanîn, Washingtonê ti gerentî derbarê gefên Tirkiyê de nedane wan û ti rêkeftin jî di navbera wan de nîn in.

Aldar Xelîl di hevpeyvînekê de ligel kenala “alarabiya” ragihand, danûstandinên wan bi Amerîka re derbarê gefên Tirkiyê û vekişandina hêzên wî welatî ji Sûriyê berdewam in, lê Washingtonê ti gerentî derbarê gefên Tirkiyê de nedane wan û ti rêkeftin jî di navbera wan de nîn in.

Li ser soza Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ji Amerîka re derbarê parastina Kurdan de got: “Gotinên Erdogan yên parastina Kurdan ne rast in, jixwe Tirkiye li ser jinavbirina Kurdan hatiye damezrandin.”

Aldar Xelîl li ser danûstandina bi hikûmeta Sûriyê re diyar kir, ti pêşketin di danûstandinan de nebûne, tenê ew li ser nexşerêyekê bi Rûsyayê re kar dikin û li bendê ne ku Rûsya bikare hikûmeta Beşar Esed bi rênimayên ku wan pêşkêşî Moskoyê kirine razîkirin bide.

 

S. B