Waliyê Hewlêrê: Metirsî liser Hewlêrê tune ye

Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî di konferansek rojnamevanî de eşkere kirk u: “Tu metirsî liser aramiya Hewlêrê tune ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî di konferansek rojnamevanî de eşkere kir ku: “Tu metirsî liser aramiya Hewlêrê tune ye. Hêzên ku ji nav Hewlêrê derbasbûn, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn ku ber bi Pirde ve çûn. Aramî û ewleyiya Hewlêrê parastî ye û serkeftina mezin dê ya gelê Kurdistanê be.”

Hadî destnîşankir, çareseriya pirsgîrêkan rêya diyalog û danûstandinê ye”.

Liser rûmalên girêdayî rûdanên dawî yên medyayê Hadî balkişand ser ku, “Medya Kurd divê Kurdistanî be, daxûyaniyên çavkaniyên fermî, çavkaniyên weşana wan be, ne dengoyên nerast”.