Amerika hevdîtinên MSD-hukimeta Suriye dişopîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Dîplometkarek bilind ê Amerîkayê radighîne, haya wan ji danûstandinên HSD û rêjîma Sûriyê heye û Washingtonê biryara xwe yekalî kiriye û hêzên xwe ji Sûriyê venakişîne.
Rojnameya "Almodon" li ser zarê dîplometkarekî Amerîkî, ku serdana Emanê paytexta Urdinê kiriye, veguhastiye, di du hefteyên borî de Rêveberiya Amerîka helwesta xwe guhartiye û daxwaz ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD kiriye ku, di danûstandinên bi rêjîma Sûriyê re bilez neke û ti biryarên bilez negire.
Wî dîplomatkarê Amerîkî, vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, bi hebûna hêzên Îranî yên li Sûriyê ne girêda û got: "Amerîka ji nêzîk ve, tevgera hêzên Îranî dişopîn e, bi taybet li cihên stratejîk."
C.B