Riya Hewlêr - Mexmûr hat vekirin

Serperiştyarê hêzên Pêşmerge li Mihwera Giwêr - Mexmûr: Ji îro û pêve wê xelk ji herdu aliyan çûnûhatinê bikin".

K24 - Navenda Nûçeyan

Serperiştyarê hêzên Pêşmerge li Mihwera Giwêr - Mexmûr, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku "Îro riya Mexmûrê li ber çûnûhatina welatiyan tê vekirin".

Sîrwan Barzanî got: "Em li gel aliyên Iraqî gihiştine rêketinekê ji bo vekirina riya Mexmûrê li ber çûnûhatina welatiyan, ji îro û pêve wê xelk ji herdu aliyan çûnûhatinê bikin".

Berî niha Herêma Kurdistanê bi fermî tevahiya riyên di navbera Kurdistan û navçeyên din yên Iraqê de vekir, lê çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê neamade bûn ji aliyê xwe ve wan riyan vekin, vê yekê jî kêşe ji bo çûnûhatina welatiyan çêkiribû.

Piştî dagîrkirina Kerkûkê di 16ê Cotmeha 2017an de, Hikûmeta Iraqê ji bilî dorpêça ezmanî û girtina deryên sînorî bi Îranê re, riyên Kerkûk û Mûsilê jî li gel Herêma Kurdistanê girt.

N.O