Cihê namzediya hevserokên HDP'ê diyar bû
K24 – Navenda Nûçeyan
Bajarên ku hevserokên HDPê lê bibin namzed eşkere bûn. Perwîn Buldan wê li Stenbolê û Sezaî Temellî jî wê li Wanê bibe namzed.
Îro Meclisa Rêveber a HDPê civiya û awayê dawî yê lîsta namzed û kîjan namzed li kû derê bibe namzed diyar kir.
Hevseroka HDPê Perwîn Buldan wê li Stenbolê û Sezaî Temellî jî wê li Wanê bibe namzedê parlamentoya Tirkiyê.
Buldan û Temellî di Kongreya Sêyemîn ya Awarte ya HDPê de bi 823 dengan bibûn hevserokên nû yên HDPê.
Îro heta demjimêr 17.00 pêwîst e hemû partiyên Tirkiyê yên beşdarî hilbijartinê bibin navê namzedên xwe bidin Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê.
S. B