Kalin: Operasyona Şingalê bi Ebadî re hate axaftin

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin eşkere kir, Operasyona Şengalê di çarçoveya serdana Haydar Ebadî de hatiye kirin û dê berdewam bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin eşkere kir, Operasyona Şengalê di çarçoveya serdana Haydar Ebadî de hatiye kirin û dê berdewam bike.

Got jî, Ebadî dema li Enqereyê bû, meseleya Şengalê bi hemû hûrgiliyan xwe ve hate gotûbêjkirin.

Di vê Operasyonê de, Endamê Civata Rêvebir ê KCK Îsmaîl Ozden bi nasnavê Zekî Şengalî canê xwe ji dest da bû.

Ji aliyê xwe ve, piştî ku duhî firokeyên Tirkiyê karwanek gerîlayên YBŞ li çiyayê Şingalê bombebaran kir, Rêvebirê sepandî yê bajarokê Sinûnê Xwedêda Çoko ji Kurdistan 24 re ragihand ku, di bombebaranê de hejmarek gerîlayên YBŞ jiyana xwe jidest dan e. Eşkere kir ku, bombebarana Tirkiyê bûye metirsî li ser jiyana xelkê Şingalê.Tekez jî kir ku, hikûmeta Iraqê di ber wan êrîşan de berpirsyar e û pêwîst e, rêgiriyê li van êrîşan bigre.

Berî pêwendiya KCK ligel Artêşa Iraqê û Heşda Şabî, gelek caran hikumeta herêma Kurdistanê daxwaza derketina PKK ji Şingalê kiribû, lê KCK her dem ev daxwaz red kiribû. Piştî dagîrkirina Heşda Şabî ya deverê hêzên biser PKK ve ligel Heşda Şabî û Artêşa Iraqê hevkarî lidar xistibû. Ligor agahdariyên ji deverê berî êrîşa Artêşa Tirk ser deverê, hêzên PKK ligel heşda Şabî û Artêşa Iraqê di civînek hevpar de bûn û helikopterên Iraqê li herêmê hebûn e.

 

 

C.B