PDK serokê hikûmeta nû aşkere dike

Îro di civîna Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê çend pirsên girîng tên yekalîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro di civîna Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê çend pirsên girîng tên yekalîkirin.

Peyamnêrê K24ê derbarê karnameya civîna Encûmena Serkirdatiya PDKê de da zanîn, PDK kandîdê bi pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê tê raspardin diyar dike û deng li ser tê dayîn.

Herwiha diyar kir, PDK wek yekemê hilbijartinan, biryar e 2 komîteyan pêk bîne, yek ji bo diyarkirina Desteya Serokatiya Parlemantoyê. Yê din jî taybet bi guftûgoyên pêkanîna hikûmetê û her du komît jî dê serdana aliyên din yên siyasî bikin.

Li gor zanyariyên K24ê, PDK bi niyaz e ji bo vê kabîneya hikûmetê, 2 cîgirên serokê hikûmet hebin û serokê Hikûmetê wan cîgiran diyar bike.

Ji bilî pirsa pêkanîna hikûmeta dahatû, Serok Barzanî encamên serdana xwe bo Bexdayê û çend welatên Kendava Erebî diyar dike.

 

S. B