Şaredariya Germiyan ketiye amadebaşiyê de

Ji bo rûbirûbûna metirsiya rabûna lehiyê li devera Germyan li Herêma Kurdistanê, tîmên şaredariya wê deverê ketine amadebaşiyê de.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ji bo rûbirûbûna metirsiya rabûna lehiyê li devera Germyan li Herêma Kurdistanê, tîmên şaredariya wê deverê ketine amadebaşiyê de.

Li gorî zanyariyên Rêveberiya Keşnasiyê, li bilindahiyên bakurê bajarokê Rizgarî û Keleha Kelar, ewrên giran hev girtine û egera baraneke bihêz û rabûna lehiyê heye.

Rêveberiya Keşnasiyê li Herêma Kurdistanê zelal kir, ku metirsiya rabûna lehiyê li tevahiya çem û newalên navçeyên Dawde, Tîleko, Qadirkerem, Serkel û Kurdemîr heye.

Îro Rêveberiya Keşnasî û Erdhejan li Herêma Kurdistanê pêşbîniyên xwe ji bo keşuhewaya îro û sibe ragihand û li gorî wan pêşbîniyan, îro ezmanê Herêma Kurdistanê li hin navçeyan bi ewr bû û li hin navçeyên din ewrên giran hev girtibûn û dibe ku baran bi rêjeyên cuda li wan navçeyan heya sibê nîvro berdewam be.

N.O