Hevserokê PYD: Em amadeyî danûstandinan in
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê PYD radighîne, Hikumet û Opozisyona Sûriyê çareseriya siyasî red kirin.
Di civînekê de ku, ji bo mamosteyên bajarokê Tirbespiyê lidarxistibû, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Şahoz Hesen ragihand, Hikumet û Opozisyona Sûriyê ji destpêka krîzê ve, çareseriya siyasî red kirin, û tekezî li ser çareseriya leşkerî kirin, lê ew wek PYD baweriya wan bi danûstandinan heye.
Hevserokê PYD herweha got, tişta ku li Der'ayê dibe, lihevkirinek Rûsî - Israîlî ye, ji bo parastina sînorê îsraîlê ye, û piştî Der'ayê dê Rûsya berê xwe bide parêzgeha Idlibê.
Şahoz Hesen diyarkir, heta niha tu danûstandinek di navbeyna wan û Hikumeta Sûriyê de çênebûye, lê ew ji bo her danûstandinekê bê merc amade ne, û Rêveberiya Xweser desthilata yek partiyê li Sûriyê qebûl nake, û ji bo parastina destkeftan ew amade ne berevaniyê bikin.
Di derbarê Destûra nû ya Sûriyê de, Hevserokê PYD got, Destûrek a ku bê wan bê danîn, nûneratiya 30 ji sedê ji xelkê Sûriyê nake, û ew ji bo beşdarîkirin di danîna Destûrê de amade ne.
C.B