Welatiyekî Efrînê di riya vegerê de bi guleya rêjîma Sûriyê tê kuştin

Welatiyekî Efrînê îro dema dixwast vegere Efrînê li rêbenda rêjîma Sûriyê ya li gundê Bênê bi guleya leşkerên rêjîma Sûriyê hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatiyekî Efrînê îro dema dixwast vegere Efrînê li rêbenda rêjîma Sûriyê ya li gundê Bênê bi guleya leşkerên rêjîma Sûriyê hate kuştin.

Jêderên ji nava bajarê Efrînê ji K24ê re ragihandin, dema derbiderên Efrînê ên dixwastin vegerin Efrînê, rêbenda rêjîma Sûriyê ya li gundê Bênê rê nedan welatiyan ku vegerin.

Herwiha tekez kirin, dema hejmarek mezin ji welatiyan li ber rêbendê kom bûn û xwastin tê de derbas bibin, leşkerên rêjîma Sûriyê gule bi ser welatiyan de berdan û di encamê de guleyek li welatiyê bi navê Hemûdê Welîd ket û canê xwe jidest da.

Hemûdê Welîd 33 salî ye û bavê zarokekî ye û ji navçeya Cindirêsê ye.

Gundê Bênê ser bi Efrînê ve ye û 25 K.M li başûrê Efrînê ye û di destê rêjîma Sûriyê de ye.

Ji ber dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 18ê Adara bûrî de, zêdetir ji 200 hezar welatiyê Efrînê derbider bûn, tevî astengkirina vegera wan jî, rojane beşek ji welatiyan bi riyên qaçaxî û bi bertîlên giran vedigerin Efrîn.

Herwiha ji dema dagîrkirina herêma Efrînê ve, proseya bicihkirina Erebên ku ji deverên cuda yên Sûriyê koçber bûne li Efrînê bê rawestan berdewam e. Li hember jî astengiyên li pêş vegera xelkê resen ên Efrînê roj bi roj dijwartir dibin.

 

 

S. B