Erdogan daxwazê ji Trump dike, pêdaçûnê derbarê biçekirina YPGê de bike

Îro Serokê Amerîka Donald Trump li Koşka Spî ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Serokê Amerîka Donald Trump li Washingtonê li Koşka Spî ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dicive.

Li gor zanyariya, di wê civînê de Erdogan pêşniyara pêdaçûna di biryara biçekirina YPGê de û destpêkirina operasyona Reqayê bê beşdariya YPGê dide ber destê Serokê Amerîka.

Berê Erdogan di daxuyaniyekê de derbarê serdana bo Amerêkayê de ragihandibû, “Serdana min wek destpêkeke nû bo pêwendiyên di navbera Tirkiye û Amerîka de dibe.”

Herwiha Erdogan gotibû jî: “Dixwazin ligel Serokê Amerîka çend pirsan bicivin. Amerîka çend kar encam dabû, ji wan jî biçekirina YPGê bû, em jî qebûl nakin ku çek bo YPGê were dayîn, ji ber ku ev pêşhate ziyanê digihîne hevpeymaniya stratejîk a di navbera Tirkiye û Amerîka de.”

Serokomarê Tirkiyê gotibû jî: “Bo jinavbirina rêxistineke teroristî, bikaranîna rêxistineke din a teroristî, ne siyaseteke rast e.”