Birîtanîya hoşdarîyê dide Îranê

Cîrimî Hant, wezîrê derve yê Birîtanîyayê hoşdarîyê dide Îranê û radigehîne, pêdivîye Tehran hizir di wê yekê de bike eger zîyanê bigehîne berjewendîyên Emerîkayê dê hevrûşî çi sizayan be.

K24- Hewlêr

Cîrimî Hant, wezîrê derve yê Birîtanîyayê hoşdarîyê dide Îranê û radigehîne, pêdivîye Tehran  hizir di wê yekê de bike eger zîyanê bigehîne berjewendîyên Emerîkayê dê hevrûşî çi sizayan be.

Roja Heyînîya bûrî, Hant hoşdarî da hevwelatîyên xwe, nemaze jî ewên nijadnameya Îranî hene daku serdan wî welatî nekin.

Li gor ragehandineka wezareta derveya Birîtanîyayê, hoşdarîya Hant piştî wê yekê dihê ku Îranê biryar daye rêkarên tund li gel wan kesn bike ewên dû nijadname hene. Hant dibêje: Niha rewş xirabtir bûye.

Li gor ragehandina Hant, dibêje: Ew hev welatîyên dû nijadname hene hevrûşî metirsîyê dibin ji alîyê Îranê ve bi xirabî reftar li gel wan dihê kirin.  Birtanîya bo çareserkirina evê arîşeyê çend caran delîve daye Îranê, lê heya dihê reftarên Îranê xirabtir dibin.

Wezîrê derveyê Birîtanîyayê tekez jî kir ku piştî nemana ti bijarteyan niha wek wezîrê derve şîreta hevwelatîyên Birîtanî-Îranî dike ku serdana wî welatî nekin.