Netanyahu: Gelek welatên din dê Orşelîmê wekî paytext binasin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Israilê Benjamin Netanyahu ragihand ku, ligel gelek welatan dinav pêwendiyan de ne û welatên din jî wekî Amerîka dê Orşelîmê wekî paytexta Israilê binasin.
Netanyahu herweha got ku, welatên ku Orşelîmê wekî paytext binasin, dê balyozxaneyên xwe jî veguhezin Orşelîmê.