Mesrûr Barzanî: Em bi hêvî ne qunaxa dijwar derbas bibe
K24 - Navenda Nûçeyan.
Îro 21/11/2018an, şêwirmendê Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Ukrayna li Iraqê Viktor Nedopas û şanda li gel wî kir.
Di civînê de behsa pêşxistina pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistan û yê Ukrayna de hat kirin û tekezî li ser firehkirina wan pêwendiyan, di warê ewlehî, bazirganî û veberhênanê de hat kirin.
Mesrûr Barzanî hêviya xwe da xuyakirin, ku pêwendiyên herdu aliyan bêtir pêşkevin û balyozê Ukrayna han da, ku bi riya vekirina avahiya nûneratiya welatê xwe li Hewlêrê, kar ji bo bihêztirkirina pêwendiyên herdu aliyan bike.
Herwiha pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, tewereke din ji tewerên civînê bû, li ser wê yekê Şêwirmendê Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistanê diyar kir, ku ew bi hêvî ye li ser bingeha destûr û hevpariya rastiyane di rêvebirin û biryarên Iraqê de, qunaxeke nû ji pêwendiyan di nav Hewlêr û Bexdayê de destpê bike û got: Em li bendî wê yekê ne, ku qunaxa berê ya pêwendiyên dijwar derbas bibe.
N.O