Mattis hişyarî ji operasyoneke leşkerî li dijî Sûriyê, da ye Trump

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê hişyariyê ji operasyoneke leşkerî li dijî Sûriyê, da ye Trump

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê hişyariyê ji operasyoneke leşkerî li dijî Sûriyê, da ye Trump.

Ligor çend jêderên berpirs, fermandeyên leşkerî yên mezin yên Amerîka dinav wan de James Mattis, hişyarî dan e Trump, ku destêwerdanê di karûbarên Sûriyê de neke.

Herweha wan jêderan eşkere jî kirin e, fermandeyên mezin û rawêjkarên Serokê Amerîka, liser metirsiya destêwerdanê di karûbarên Sûriyê de, Trump agahdar kirin e.

Wan jêderan, herweha behsa wê yekê kirin e ku, eger Amerîka destwerdanê di karubarên Sûriyê de bike, dibe ku rewş aloztir bibe û bibe sedema şerek rasterast di navbeyna Amerîka, digel Rûsya û Îranê de.

 

 

C.B