Li Idlibê 9 kes bi sedema teqînekê hatin kuştin

Teqîn li devera El-Qusur li bajarê Idlibê çêbûye û bikêmanî 9 kes hatine kuştin ku 5 ji wan sivîl in û 20 kesên din jî birîndar bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan, di daxuyaniyekê de ragihand, ku di encama teqînekê de li devera El-Qusur li bajarê Idlibê, bikêmanî 9 kes hatine kuştin ku 5 ji wan sivîl in û 20 kesên din jî birîndar bûne û gellek ziyanên madî li avahiyên derdora cihê bûyerê bûne.

Li gorî zanyariyên Riwangehê, tê gumankirin ku ew teqîn bi riya ambulansekê hatibe encamdan.

Di 19ê meha derbasbûyî de jî, bi sedema teqînekê li Navçeya Pîşezsaziyê li Idilbê 20 kes birîndar bûn.

Li aliyekî din û bi armanca danîna xalên çavdêriyê, şandeke Rûsî serdana parêzgeha Idlibê kir.

Rojnameya El-Weten ya Sûrî belav kiriye, ku şanda Rûsî serdana başûrê Idlibê û devera rojhilatê Xeta Tirênê li derdora Idlibê kiriye, wek amedekariyekê ji danîna xalên çavdêriyê li wê deverê.

Herwiha rojnameyê diyar kir, ku eger heye xalên serbazî yên çavdêriya Rûsî li deverên beramberî xalên Tirkiyê bin.

Di heman derbarê de artêşa Tirkiyê ragihand, wan xaleke din ya çavdêriyê li devera El-Raşidîn li rojavayê Helebê danîne.

N.O