Rûhanî: Bêyî Îranê tu alî nikare biryarên guherînê li herêmê bide
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî di çalakiyên bibîranîna Ayetullah Humeyni de axaftinek kir û diyarkir ku “Îran xwedî berpirsiyarî li herêmê ye û bêyî Îranê tu alî nikare biryarên guherandinê li herêmê bide.
Rûhanî balkişand ser “Hîlala Şîa” ku Îranê amadekariyên wê liser xaka Iraq, Suriye, Lubnan û Yemenê derbasî jiyanê kirin e. “Çima xwe aciz dikin? Kengî desthilata şahî kariye biser bikeve? Lê di roja me de Islam û sistema Islamê bandora xwe li tevayiya herêmê çandiye. Li Iraqê, Suriye, Lubnan, Efriqa bakur, li Kendavê bêyî Îranê kî dikare pêngavan jî bavêje? Ev encama siyaseta Rêberê me yê Inqilabî ye, zanyariya gelê me ya liser vê xetê ye.”
Rûhanî liser pêwendiyên ligel Amerika jî sekinî: “Ev rejîma sextet ya Amerika, ji dervî çendîn welatên biçûk kes nemaye ku baweriya bi wan bîne. Axaftinên Serokê Amerika bi xwe diyardeya wê ne ku, Îran liser rêya rast e”.