Serkevtiyê yekem postê serokwezîriyê naxwaze

Şepêla Sedir: Pirsgirêka me li gel berbijarkirina Heyder Ebadî tine ye, bi mercê ku sozê bide û xişteyekê ji bo bicîkirina sozên xwe deyne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsê ofîsa siyasî yê Şepêla Sedir Diya`I El-Esedî ragihand , ku ji mafê Hevpeymaniya Sairûn e ku daxwaza postê serokwezîriya Iraqê bike.

Esedî diyar kir, ku armanca Hevpeymaniya Sairûn ne ew e ku postê serokwezîriya Iraqê di destve bîne, lê ew yek ji mafê me ye û em tekeziye li ser vî mafî û mafên din jî dikin.

Herwiha got: "Li gorî encamên destpêkî, Hevpeymaniya Sairûn heya niha 54 kursî bidestve aniye, lê li gel hîn li gel lîstên din neketiye pêşbirka pêkanîna hevpeymaniya piraniyê di nav perleman de".

Navhatî zelal kir, ku mercê Sairûn ji bo pêkanîna hevpeymaniyê li gel kutleyên din ew e, ku pirensîpên hevbeş di nav me de hebin.

Duh jî peyvdarê Şepêla Sedir Selah Ubeydî got: "Sairûn pêdagiriyê li ser berbijarê xwe ji bo serokwezîriyê nake û ji bo piştevaniya Heyder Ebadî tenê yek merc li cem me heye".

Herwiha got: "Pirsgirêka me li gel berbijarkirina Heyder Ebadî tine ye, bi mercê ku sozê bide û xişteyekê ji bo bicîkirina sozên xwe deyne, Sairûn piştevaniya kesekî dike ku nehizbî be û teknokrat be û ji fişarên hizbî dûr be".

N.O