NATO: Gefên li ser başûrê Tirkiyê li ser me ne

Mewlûd Çawîşoglu: Tirkiyê berê xwe nedaye Rûsya û ji Hevpeymaniya NATO û Yekîtiya Ewropayê dûr neketiye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Civîna îro ya welatên endamên Hevpeymaniya NATOyê bi dawî hat. Hevpeymaniya NATO di daxuyaniyekê de ragihand, ku ewê li hemberî gefên li ser başûrê Tirkiyê hene, rênimayên berevaniyê zêdetir bikin.

Herwiha NATO di daxuyaniya xwe de diyar kir, ku ji Sûryê gefa bikaranîna mûşekên balistî li dijî Tirkiyê heye û çavdêrî û lêkolînên wan di vê mijarê de berdewam dikin.

Hat ragihandin, ku gef û metirsiyên ewlekarî yên li ser başûrê Tirkiyê hene, di heman demê de ji bo hemû Hevpeymaniyê metirsî ne û bergiriyên di vî warî de, wê ewlekariya NATOyê jî xurtir bike.

Ji aliyê xwe ve, wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu red kir ku welatê wî ji Hevpeymaniya NATO û Yekîtiya Ewropayê dûrketibe û berê xwe dabe Rûsya.

Çawîşoglû diyar kir, ku di mijara kirrîna mûşekên S-400 de, Tirkiye neçar maye ku ji Rûsya bikirre, ji ber ko Amerîka û Almanya dorpêçiya kirrîna çekan li ser Tirkiyê danîne.

N.O