Li Colemêrgê xwedîderketina li referandûma serxwebûnê dewam dike

kurdistan24.net

 

K24 – Colemêrg

Li bajarê Bakurê Kurdistanê, li Colemêrgê peyamên xwedîderketina li Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bê navber dewam dikin. Welatiyê 75 salî yê ku malbata wî di sala 1924'an de ji ber Fermana Îngillîzan koçî bakûr kiriye; diyar kir ku bi dewletbûyînê re dê tifaqa Kurdan xwe bixwe pêk were. Dengbêjên Colemêrgê jî dibêjin ku; dijberên li hember biryara referandûmê hebin jî hêza ku li hember derkevin, tune ye.

Li Bakûrê Kurdistanê, wekî gelek bajarên herêmê, li Colemêrgê jî piştgirî û xwedîderketina li biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dewam dikin. Ji qadên siyasî heta qadên civakî, banga rihekî seferberiyê ji bo serxwebûnê tê kirin. Welatiyê bi navê Evdilqadir Kizilkaya ku 75 salî ye û ji herdu çavên xwe astengdar e, ji Eşîra Berwarê ye. Kizilkaya bi hezkirina xwe ya Mala Barzaniyan di nav civaka Colemêrgê de tê naskirin û ew jî bi van gotinan xwedîderketina xwe ya li biryara referandûmê radigihîne.

Evdilqadir Kizilkaya ji K24ê re wiha axivî: "Çiqas Kurdên li Kurdistanê hene, çiqas Kurdên li bakûr, yên li rojhilat û yên li rojava hene; heçî kesên ku eleqeya wan bi Kurdbûnê ve hebe, li vê biryarê xwedî dernekevin, ew mesul in, li qada Xwedayê Dilovan berpirsiyar in."

Bajarê Colemêrgê, di nav bajarên bakûr de yek ji bajarên ku çanda wî nehatiye pişaftin e û zêdetir li ser çand û hunera Kurdî jiyana xwe dewam dike. Yek ji dengbêjên civatên Colemêrgê, Îsmaîl Seyranoglû jî piştgiriya xwe ji bo referandûma Kurdistanê radigihîne. Seyranoglû dibêje; xwedîderketina li Kurdistanê, barê ser milên Kurdên 4 parçeyên Kurdistanê ye.

Îsmaîl Seyranoglû got jî: "Em bibêjin ku ji çar gilopan gilopek jî bikeve nav ronahiyê, bê guman dê ronahiya wê gilopê bide hersê gilopên din jî. Ji ber vê yekê ev referandûma ku dê di 25'ê Îlona 2017'an de pêk were, barekî gelek giran e û divê Gelê Kurd ji dil û can bibeze û deng û xwedîderketina xwe ragihîne."

Biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, di vê pêvajoyê de li Colemêrgê mijara sereke ya civatan e. Xelkê Colemêrgê roja 25'ê Îlona 2017'an, wekî roja vejîna Kurdan dinirxîne û di nirxandinên navxweyî yên vî bajarê Kurdewarî de tê xwestin ku; roja 25'ê îlonê hem bibe roja serfiraziyê, hem jî bibe roja yekdengî û tifaqa Gelê Kurd.