Hevpeymaniya Navdewletî êrîşa Tirkiyê li Efrînê şermezar kir

Ryan Dillon: HSD 1700 şervanên xwe ber bi Efrînê ve şandiye, vê yekê jî çalakiyên Hevpeymanan li dijî DAIŞê sînordar kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûnerê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de ya li dijî DAIŞê Ryan Dillon, rexne li êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê kir û diyar kir, ku ew êrîş şervanên HSD ji şerê dijî DAIŞê mijûl dike.

Ryan Dillon, diyar kir, ku HSD 1700 şervanên xwe ber bi Efrînê ve şandiye, vê yekê jî çalakiyên Hevpeymanan li dijî DAIŞê sînordar kiriye".

Zelal jî kir, ku şervanên HSD ji rojhilatê çemê Firatê vekirşiyan e, ji ber vê sedemê niha karînên Hevpeymanan ji bo şerê DAIŞê sînordar bûne".

Artêşa Tirkiyê di 20ê Çileya derbasbûyî de, bi hevkariya hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) li Efrînê kir û piştî 58 rojan ji şer, roja 18ê vê mehê, artêşa Tirkiyê û ketîbeyên opozisyonê, bajarê Efrînê dagîr kirin.

Derbarê Minbicê, ku serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, gefa operasyoneke serbazî li dijî wî bajarokî jî dike û ji Amerîka daxwaz kiriye ku hêzên xwe ji wê deverê bikişîne, Dillon got: "Em nizanin kengî û çi têgihiştin derbarê Minbicî, di navbera Amerîka û Tirkiyê de çêbûye".

Berî niha wezîrê derve yê Tikriyê, Mewlûd Çawîşoglû ragihandibû, ku Enqera û Washington, derbarê Minbicê lihev nekirine, lê li ser wê mijarê lihev têgihiştinek di nav herdu aliyan de heye.

Dillon got: "Heger rêketin di navbera Amerîka û Tirkiyê de li ser pirsa Minbicê de hebe jî, heya niha ti zanyarî ji me re nehatine".

Bajarokê Minbic, ji aliyê şervanên HSD ve û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, di Hizêrana 2016an de, ji destê çekdarên DAIŞê hat azadkirin.

Jêder: RT

N.O