Putin û Esed derbarê kirzîa Sûriyê li Rûsya civyan

Putin: Ji bo dîtina çareseriya bingehîn, ezê li gel welatên navçeyê bizavan berdewam bikin û serokî Sûrya amade ye kar li gel her kesî bike ku aştî û aramiyê bixwaze.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro Sêşemmê 21/11/2017an serokê Rûsya Vladimir Putin, li Sochi li gel serokê Sûriyê Beşar Esed civiya û derbarê piroseya siyasî û çareseriya kirîza Sûryê gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Kirimlinê, bi helkefta serketinên Sûrya li dijî girûpên terorîst, Vladimir Putin pîrozbahî li Esed kiriye.

Serokê Rûsya diyar kiriye, ku ewê bizavan bike daku Netewên Yekgirtî bi awayekî çalak di qonaxa dawî ya çareseriyê bi rola xwe rabe, ji ber ku piştî hemû salên şer û kirîzê, niha giring e, destpêkirina piroseya siyasî ye".

Herweha Putin got: "Ji bo dîtina çareseriya bingehîn, ezê li gel welatên navçeyê bizavan berdewam bikin û serokî Sûrya amade ye kar li gel her kesî bike ku aştî û aramiyê bixwaze".

Putin ragihand: "Biryar e sibe, ew li Sochi li gel serokê Tirkiyê û yê Îranê bicive û pirsa rêxistin û çarekirina piroseya siyasî li Sûryê gotûbêj bikin".

Civîna Putin û Esed, berî rojekê ji civîna Sochi hat, ku biryar e di navbera serkirdeyên hersê welatên: Rûsya, Tirkiya û Îran di roja 22/11/2017an de bê lidarxistin û serokên hersê welatan jî wê bizava dariştina nexşe riyekê ji bo çarekirina dawî ji kirîza Sûriyê re bikin.