Barzanî: Mamosta Kerîm Zend xizmeta Komara Kurdistanê li Mehabadê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya koça dawiyê yê dîroknivîs û lêkolîner Mamosta Kerîm Zend, peyameke sersaxiyê ji malbata Kerîm Zend şand.

K24 – Naveda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya koça dawiyê yê dîroknivîs û lêkolîner Mamosta Kerîm Zend, peyameke sersaxiyê ji malbata Kerîm Zend şand.

Barzanî di peyama xwe de Mamoste Kerîm Zend bi Mamoste, Dîroknivîs û rewşenbîrê navdar û kesayetiya niştimanperwer bi nav dike û dibêje: “Nûçeya koça dawiyê ya mamoste Kerîm Zend xemgîn kirim.”

Barzanî di peyama xwe de dibêje jî: “Mamostayê xwedê jêrazî, xebatkar û niştîmanperwerekî kedkar ê gelê me bû. Yek ji wan dilsozane ku xizmeta Komara Kurdistanê li Mehabadê kir û bi dirêjahiya jiyana xwe ya wekî mamosta, dîroknivîs, lêkolîner û rewşenbîrekî bi ezmûn û bi şiyan, roleke girîng dîtiye û dehan kitêb û sedan gotarên warê dîrok û cografya de ji bo gelê xwe kiriye diyarî.”

Di beşeke din ya peyama Barzanê de hat: “Di vê helkefta xemgîn de ji dil ve serxweşiyê li we yên birêz û kesukar û xizmên we û hemû dost û hevalên mamosta û rewşenbîrên Kurdistanê dikim û xwe hevbeşê xema we dizanim.”

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiyê de dibêje: “Ji xwedayê mezin hêvîdar im giyanê pakê Mamosta Kerîm Zend bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşe.”