Enqere: Ji bilî operasyona li dijî Efrînê, ti bijarde nîn in

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Nurettin Canikli ragihand, divê bê derengî operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê encam bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Nurettin Canikli ragihand, divê bê derengî operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê encam bide.

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Nurettin Canikli ragihand, ti bijarde li pêş Tirkiyê nîn e ji bilî destpêkirina operasyonekê li dijî Efrînê.

Herwiha got, derbarê operasyona Efrînê de, Enqere dê bi berdewamî bi Rûsyayê re danûstandinê bike.

Ji aliyê xwe ve, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, artêşa Tirkiyê ji duh bi awayekî berfereh gundên Efrînê dide ber topan.