Dalkurd navenda xwe vedughêze Uppsala

Tîma Kurdên Swêdê, ku bi derketina xwe ya SuperLig a Swêdê (Allsvenskan) bû cîhe dilxweşiya tevayiya Kurdan û Kurdistanê bi daxûyaniyekê ragihand ku, navenda xwe ji bajarê Borlange vedughêze bajarê Uppsala.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tîma Kurdên Swêdê, ku bi derketina xwe ya SuperLig a Swêdê (Allsvenskan) bû cîhe dilxweşiya tevayiya Kurdan û Kurdistanê bi daxûyaniyekê ragihand ku, navenda xwe ji bajarê Borlange vedughêze bajarê Uppsala.

Dalkurd di daxûyaniya xwe de rexneyan li ne nîşandan a hevkariya şaredariya Borlange dike û vê yekê wekî ji egerên sereke ya veguhestina navenda xwe destnîşan dike. Herweha diyar dike ku, xebata Dalkurd a gencan û zarokan li Borlange dê bidome.

Ji alî piştgirên Dalkurd ve veguhestina navendê bo Uppsala bi dilxweşî tê pêşewazêkirin. Yek ji egerên wê yê bîngehîn jî, ku bajarê Uppsala tenê 60 km dûrî Stockholmê, bajarek mezintir ji Borlange ye. Herweha revenda Kurd li Uppsala û derdora wê, bi taybetî nêzîkahiya Stockholm wekî pêngavek gelek erênî tê nirxandin.