Mesrûr Barzanî: Hêvî dikim her aliyek piştevanê serxistina proseya referandûmê bin

Şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Remezanê pîrozbahiya xwe arasteyî kesûkarên serfiraz yên şehîd, pêşmergeyên qehreman, karmendên civata ewlekarî, dezgehên ewlekarî û polîs û tevahiya misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Remezanê pîrozbahiya xwe arasteyî kesûkarên serfiraz yên şehîd, pêşmergeyên qehreman, karmendên civata ewlekarî, dezgehên ewlekarî û polîs û tevahiya misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.

Şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê di peyama xwe de hêvî kir ku tevahiya aliyan bo serxistina prosesa refrandûma serxwebûna Kurdistanê ku biryare di roja 25ê Eylûna sala 2017an de bo diyar kirina çarenivîsa nîştiman û gelê me li seraserê Kurdistanê tê kirin, hevkar û alîkar bin.

Deqa peyama Şêwirmendê Civata Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedê mezin û mihriban

Bi minasebeta cejna Remezana pîroz, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî kesûkarên serfiraz yên şehîd, pêşmergeyên qehreman, karmendên civata ewlekarî, dezgehên ewlekarî û polîs û tevahiya misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.

Daxwaz ji xwedê mezin dikim ku îbadetên misilmanan di meha Remezana pîroz de qebûl bike û canê tevahiya wan pêşmergeyên qehreman biparêze ku di eniyên berevanî kirin û parastina Kurdistanê dene û şehîdên me jî bi ceneta xwe şad bike û birîndaran jî şîfa bide.

Her bi vê minasebeta han hêvî dikim ku tevahiya aliyan bo serxistina prosesa refrandûma serxwebûna Kurdistanê ku biryare di roja 25ê Eylûna sala 2017an de bo diyar kirina çarenivîsa nîştiman û gelê me li seraserê Kurdistanê tê kirin, hevkar û alîkar bin.

Weke çawe di demên derbasbûyî de bi berxwedan û lehengî li hember tevahiya siyasetên înkar kirinê, jinav birin û derkirinê rawestiyane, niha jî bi dengê erê ( belê) di erka han ya pîroz de beşdar bin daku bihevre welatekî demokratîk û pêşketî dabimezrinin û modeleke cuda pêşkêşî deverê bikin.

Şêwirmendê Civata Ewlekariya Kurdistanê

Birayê we

Mesrûr Barzanî

24/6/2017