Mesrûr Barzanî: Pêwîst e astengiyên kevin derbas bibin û rê li dubarenebûna wan bê girtin

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çaçova hevdîtinekê ligel Serokê Parlemantoya Iraq a Federal Mihemed Helbûsî û şanda pê re ragihand, “Pêwîst e astengên kevin derbas bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çaçova hevdîtinekê ligel Serokê Parlemantoya Iraq a Federal Mihemed Helbûsî û şanda pê re ragihand, “Pêwîst e  astengên kevin derbas bibin û bi awayekî çareser bibin, ku careke din rê li pêş dubarebûna wan were girtin, bi wî awayî tenê dikarin gav ber bi dahatûyeke geş û pêşkeftinê bavêjin.”

Di hevdîtinê de dawî pêşhat û astengên astengên li pêş proseya siyasî ya Iraqê û peyvendiyên navbera Bexda û Hewlêrê hatin kirin û Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez li ser daxwaza Herêma Kuridstanê bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan di çarçova destûra Iraqê de kir.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Parlemantoya Iraqê hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re di serokatiya kabîneya dahatî ya Herêma Kurdistanê re xwast û amadehiya xwe ji bo hevahengî û hevkariya zêdetir derbirî.

Her di hevdîtinê Serok Parlemantoya Iraqê pêdeçûna li ser pirsgirêkan bi giştî, bi taybet jî pirsa budce û dabînkirina beşa budceya herêma Kurdistanê bi awayek dadperwerane û li gor madeya 140ê de guftûgo di wan derbaran de hat kirin.

Hevahengi di navbera hêzên siyasî bo derbaskirin û desthilatbûna li ser gefên ewlehiyê, siyasî û aborî jî mijarên din ên hevdîtinê bûn.

 

S. B