Amerîka: Emê fişarê li Bexdê bikin da firîngehên Herêma Kurdistanê veke

Nauert: Ne pêwîst e nûnerekî Amerîkî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebe û baştire ew di nav xwe de kêşeyên xwe çare bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert di bersiva xwe de li ser pirsa nûçegihana Kurdistan24ê got: "Ne pêwîst e nûnerekî Amerîkî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebe û baştire ew di nav xwe de kêşeyên xwe çare bikin."

Nauert diyar kir, ku ew di astekî bilind de piştevaniya gotûbêjan û diyalogê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Bexdayê de dikin, ji bo vê mebestê jî nûnerê taybet yê serokê Amerîka di hevpeyaman navdewletî ya dijî DAIŞê de û piştre wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson bi riya telephone pêwendî bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Iraê Heyder Ebadî re kir.

Nauert tekez kir, ku ewê fişarê li ser Bexdayê bikin daku firîngehên Herêma Kurdistanê veke.