Erdogan: Em dê penaberan vegerînin Herêma Ewle
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi daxûyaniyekê got: Eger Hevpeymanên me di warê avakirina Herêma Ewle de alîkar nebin, em dê bi sere xwe Herêma Ewle ava bikin.
Erdogan da zanîn: Em dixwazin Herêma Ewle ligel Hevpeymanan durist bikin, lê eger na, çi gavên pêwist be em dê bicîh bikin.
Serokomar Erdogan got: Penaberên Surî ku koçî welatê me kirin e, pêwist e vegerin Herêma Ewle.
Serokomarê Tirkiyê Idlib, Cerablûs, Efrîn, ên ku di bin kontrola Tirkiyê û çekdarên wan de ne, wek deverên herî aram destnişan kir.
Recep Tayip Erdogan - Serokomarê Tirkiyê got:
“Em wek Tirkiye di nav demek kurt de, dê van hêrêmên bakurê Sûriyê, bixîn bin kontrolê û bikin deverên aram ji bo penaberên Sûrî yên li Tirkiyê ne. Em dixwazin penaber vegerin malên xwe. Daxwaza me ew e ku em van deveran li gel Hevpeymanên xwe, durist bikin, eger bo me hesankariyê çênekin, di bin her şert û mercan de, em dê bi sere xwe deverên aram çêbikîn”.
C.B