Hûrgiliyên civîna Polîtbîroya PDK û YNKê

Îro şanda Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi Serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û şanda Polîtbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Kusret Resûl Elî li Hewlêra Paytext civiyan.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro şanda Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi Serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û şanda Polîtbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Kusret Resûl Elî li Hewlêra Paytext civiyan.

Li gor zanyariyên K24ê, civîna vê carê ya Polîtbîroya PDK û YNKê bi awayekî cuda bû ji civînên berê, ku herdu alî li ser hin xalên bi rewşa Kurdistanê pêwendîdar bûn, lihev kirin.

Herwiha herdu aliyan li çend bijardeyan gotûbêj kirin, derbarê guhartina serokatiya parlementoyê û nemana li benda aliyên din yên siyasî.

PDK û YNKê li ser şeş xalan rêkeftin, biryar jî herdu alî di hefteya bê de bo biryarê li ser her xalekê ji wan xalan bidin, bicivin.

Piştî bidawîbûna civîna îro ya Polîtbîroya PDK û YNKê, herdu aliyan daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û ragihandin, ku li ser şeş xalan lihev kirine ew jî ev in:

Yekem, pêwendiyên di navbera herdu aliyan, bo zêdetir gotûbêjkirin û perepêdan û guncawdina pêwendiyan li gor mercên nû, bi taybetî di warên hikumranî û pêwendiyên Kurdisatanî û pêwendiya Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta federal û welatên cîhanî.

Duyem, Hewl bo çareserkirina pirsgirêkan û giriftên siyasî yên hêzên siyasî yên perçeyên din yên Kurdistanê û rêzgirtin li serweriya yasa û destênewerdan di karûbarê hev du.

Sêyem, çawaniya çareserkirina krîza darayî, ya ku rastî xelkê Kurdistanê bi giştî û mûçexwaran jî bi taybetî hatiye, kirin. ji ber wê jî divê herdu alî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re piştevan û hevkar bin.

Çarem, peydakirina rêşûnên guncaw bo çareserkirina pirsgirêkan û bi taybet jî mijara çalakirina parlamentoya Kurdistanê.

Pêncem, avakirina komîteke hevbeş ku nûnertiya hemû aliyên siyasî û pêkhateyên neteweyî jî bike, ev komîte mijarên weke pirsgirêka herêmên 140, referandûm û serxwebûna Kurdistanê yekalî bike.  

Şeşem, civînên di navbera herdu aliyan de berdewam dibin, bo di demeke nêzîk de bigihin rêkeftinekê, da ku karibin ji hemû pirsgirêkan re çareseriyên guncaw bibînin.