Pêwîstiya nexweşxaneyên Efrînê bi xwînê heye
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê ji 20ê meha bûrî ve bi fermî dest bi êrîşa li dijî Efrînê kir û ta niha ji ber wê êrîşê zêdetir ji 170 welatiyên sivîl şehîd bûne û nêzîkî 650 kesî birîndar bûne. Ji ber kêmbûna xwînê ji neştergeriyê re, welatiyên Efrînê berên xwe didin nexweşxaneyan û xwîna xwe dibexşînin. Welatiyek jî dibêje, her pêwîstî bi xwînê hebe ew amade ne xwîna xwe bibexşînin.