Almanya: Me dest bi rahênana hêzên Pêşmerge kiriye

Almanya: "Di pêşerojê de ewê pirsa guhertina erkê artêşa Almanya li Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin."

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta berevaniya Almanya ragihand: Ewê berdewam bin li ser piştevanîkirina hêzên Pêşmerge û peywendiyên wan li gel Herêma Kurdistanê wê berdewam bin.

Peyvdarê wezareta berevaniya Almanya Yens Flosdorf îro li Berlînê got: "Kurd soz daye çekên Almanî tenê di şerê dijî DAIŞê de bikar bîne û bi ti awayî çekê Almanî li dijî Heşda Şeibî bikar neaniye û rewş bi hûrî di bin çavdêriyê de ye."

Got jî: "Nakokiyên di navbera Kurd û hikûmeta Bexdayê de, bi sedema daxwaza serxwebûnê kûrtir bûn, lê hikumeta Bexdayê ew pirs bi yekcarî red kir."

Duh artêşa Almanya biryar da, proseya rahênana hêzên Pêşmerge destpê bike, ku hefteya derbasbûyî bi sedema bûyerên Kerkûkê rawestandibû.

Serbazên Almanî ji sala 2014an ve li Herêma Kurdistanê ne û mijûlî  rahênana hêzên Pêşmerge ne.

Ji destpêka şerê li dijî DAIŞê ve, Almanya 24 hezar çekên otomatîkî û 1200 mûşekên dije tank ji Herêma Kurdistanê re şandiye.

Herweha peyvdarê wezareta berevaniya Almanya diyar kir, ku niha rewş ber bi aramiyê ve diçe û di pêşerojê de ewê pirsa guhertina erkê artêşa Almanya li Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.